Li cîhanê di rojekê de milyonek kes bi Koronayê ketin

Ji destpêka derketina Koronayê ve, hejmareke wisa nehatibû tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Bloomberg a Amerîkî ragihand; duh 27ê Kanûna 2021ê, li cîhanê pêketin û mirinên bi vîrusa Koronayê (Covid-19) derket asta herî bilind.

Ajansa Bloomberg diyar kir; di vê demê de ku omicron li cîhanê bi awayekî bilez belav dibe, duh 27ê Kanûnm yekem asta pêketina bi vîrusa Koronayê li seranserê cîhanê ji milyonek kesan derbas kir.

Herwiha destnîşan kiriye ku rêjeya mirina bi bandorên Koronayê li ser asta cîhanê, 7 hezar kesan derbas kiriye. Ji destpêka derketina Koronayê ve, hejmareke wisa nehatibû tomarkirin.

Lêkolîn derdixin holê ku şiyana belavbûna omicron, 70 qat bilind bûye, lê belê bandorên wê weke Koronayê giran nîne, bi taybetî li wan kesên ku du doz vaksîna Koronayê wergirtine û dê doza sêyem werbigrin.

Li gor amarên Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê (WHO) ji dema derketina Koronayê (Covid-19) heta niha li cîhanê 5 milyon û 425 hezar û 781 kesan ji ber vê vîrusê canê xwe ji dest dane û 282 milyon û 29 hezar û 107 kes jî bi vê vîrusê ketine.