Li Stenbolê li dijî avahiya HDPê êrîş hat kirin

Endamekî partiyê bi kêrê hat birîndarkirin.
HDP
HDP

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dijî avahiya Rêxistina HDPê ya Navçeya Bahçelîevler a Stenbolê êrîşa çekdarî hat kirin û endamekî partiyê bi kêrê hat birîndarkirin.

Hat ragihandin ku êrîşkar ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encu li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê êrîşê de ragihand: “Li hember avahiya me ya li navçeya Bahçelîevlera Stenbolê hewldana êrîşa çekdarî pêk hat. Di encama girtina çekê de rê li karesateke mezin hat girtin. Êrîşkar hat desteserkirin.”