Li Diyala pênc çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Hejmarek stargeh û cihên çekdaran hatin wêrankirin.
Firokeyeke Hêzên Esmanî yên Iraqê
Firokeyeke Hêzên Esmanî yên Iraqê

Hewlêr (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand; di encama 14 gerên bombebarana esmanî de 5 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek stargeh û cihên çekdaran hatin wêrankirin.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê; ev êrîşa esmanî ji aliyê Hêzên Esmanî yên Iraqê ve li sînorê parêzgeha Diyala bi ser cihên DAIŞê de hatiye kirin.

Di vê çarçoveyê de Fermandariya Operasyonên Diyala çar roj operasyoneke serbazî li deverên dûr ên sînorê parêzgehê encam da û di encama rûbirûbûna navbera artêş û çekdarên DAIŞê de 4 çekdarên rêxistinê hatin kuştin.

Li aliyê din, duh jî çekdarên DAIŞê vîdyoya kuştina Rêveberê Pasaporta Ezemiye Yasir El Coranî belav kir, ku hefteyek berê hatibû revandin.