Li bajarê Ezazê bombeyek bi otomobîlekê de teqiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê, bombeyek bi otomobîlekê de teqiya û li gor zanyariyên destpêkê, kesek birîndar bûye.

Çalakvanên bajarê Ezazê belav kir, li taxa rojhilatê bajêr bombeyek bi otomobîla çekdarekî ser bi artêşa Tirkiyê ve teqiya û di encamê de kesek birîndar bû.

Bajarê Ezazê 20 k.m li rojhilatê Efrînê dikeve û di destê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye.

Li herêmên ku di destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran de ne, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û her caran teqîn çêdibin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.