Biden û Putin bi rêya telefonê li ser Ukraynayê axivîn

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê geşedanên li ser sînorê Ukraynayê gotûbêj kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê geşedanên li ser sînorê Ukraynayê gotûbêj kirin.

Berpirsekî Koşka Spî ragihand; Biden ku ji bo betlaneya sersalê niha li eyaleta Delaware ye, pêwendiyeke telefonî ya 50 xulekî ligel Serokês Rûsyayê Vladimir Putin encam da.

Herwiha eşkere kir; Biden di vê pêwendiya telefonî de bijardeyên dîplomatîk ên li ser dosyeya Ukraynayê û belavkirina artêşa Rûsyayê li wan sînoran, pêşkêş kir.

Berpirsê Koşka Spî diyar kir: “Eger Rûsya êrîş bike ser Ukraynayê, dê Washington bersiv bide.” Herwiha got: “Amerîka ji belavkirina artêşa Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê nîgeran e û daxwaz dike ew hêz vegerin cihên xwe yên berê.”

Putin di pêwendiya telefonî de ragihand: “Ji bo parastina berjewendiyên niştimanî yên herdu aliyan, em dikarin gotûbêj bikin û gotûbêja Rûsî - Amerîkî li ser mijara dosyeya Ukraynayê dest pê bike.”