Plana milîsan a li dijî Balyozxaneya Amerîkayê derket holê

Gelek hêz li Bexdayê hatin belavkirin.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Hewldaneke milîsan a ji bo êrîşkirina ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hat eşkerekirin.

Fermandariya Operasyonan a Bexdayê ragihand: “Hêzên milîs plan danîbûn ku di duyemîn salvegera kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendîs de êrîşeke mûşekî li dijî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê encam bidin.”

Hat eşkerekirin: “Ji bo rêgirtina li her hewldaneke bi vî rengî, gelek hêzên ewlehiyê li Bexdayê hatin belavkirin.”

Li aliyê din, hejmarek xwepêşanderên ser bi Heşda Şeibî li Bexdayê ala Amerîka û Îsraîlê şewitandin û dirûşm li dijî herdu welatan gotin.

Fermandarê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendîs, roja 3/1/2020an de di operasyoneke Amerîkayê de li nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hatin kuştin.