Li Başûrê Kurdistanê berf û baran dest pê dike
Hewlêr (K24) – Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê pêşbîniyên keş û hewayê yên 48 demjimêran ragihand.
Li gor pêşbîniyan; îro 1ê Çileya 2022yan li Başûrê Kurdistanê esman bi ewr e.
Rêveberiya Keşnasî ji bo sibê pêşbînî dike ku roja yekşemê 2yê Çileya 2022yan esman dê sahî û nîv ewr bibe.
Herwiha pêşbînî dike ku di derengên şevê de ewr zêde bibin û li piraniya deveran baran bibare û li deverên çiyayî jî hinek berf bibare.