Li Bakurê Kurdistanê berf bandorê li jiyana rojane dike

Ji ber barîna berfê li Wanê li 5 navçeyan û li bajarê Îdirê jî li 2 gundan dibistan bo rojekê hatin girtin.

Diyarbekir (K24) - Ji ber barîna berfê li Wanê li 5 navçeyan û li bajarê Îdirê jî li 2 gundan dibistan bo rojekê hatin girtin û navber bo perwerdeyê hat dayîn. Herwiha li bajarê Sêwazê jî rêya 68 gundan hatiye girtin.

Parêzgariya Wanê ragihand ku ji ber barîna berfa zêde li 5 navçeyên wek Artemêt, Qelqeliya, Seray, Tûşpa û navçeya navendî Îpekyolu bo rojekê navber bo perwerdeyê hatiye dayîn.

Herwiha li navçeya Erdîşê jî bo xwendekarên bi wesayîtan diçin dibistanê bo rojekê navber hatiye dayîn.

Barîna berfê li Îdirê jî bandor li jiyana rojane kir û li navçeya Başan li 2 gundan bo rojekê navber bo perwerdeyê hat dayîn.

Bajarek din ku bi berfê xemiliye jî Sêwaz e ku bajar ji berfê sipî bûye. Hat ragihandin ku li Sêwazê ji ber barîna berfa zêde, rêya 68 gundan hatiye girtin.

Li bajarê Erzinganê jî ji ber barîna berfê li tevahiya bajêr dibistan bo rojekê hatin girtin û welatiyên astengdar û jinên dûcanî jî yên di saziyên fermî de dişixulin dê neçin kar.