Êrîşî binkeya serbazî ya Amerîkayê hat kirin

Bi dronên bombekirî êrîş hat kirin.
Droneke ku pê êrîş hat kirin
Droneke ku pê êrîş hat kirin

Hewlêr (K24) – Beriya demeke kin li Bexdayê bi dronên bombekirî êrîşî binkeyeke serbazî y Amerîkayê hat kirin.

Çavkaniyekî ewlehiyê li Bexdayê ragihand; îro duşemê 3ê Çileya 2022yan, bi du dronên bombekirî, êrîşî binkeya serbazî ya Victoria ya hêzên Amerîkayê ya li Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat kirin.

Herwiha çavkaniyek ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî ji ajansa AFPê re ragihandiye; herdu dronên bombekirî li esman ji aliyê hêzê Amerîkayê ve hatin têkbirin.

Parçeyek ji drona ku êrîş pê hat kirin

Ev êrîş di demekê de ye ku îro salvegera kuştina Qasim Suleymanî Ebû Mehdî Muhendis e, beriya niha hejmarek komên milîs gefa êrîşkirina ser hêzên Amerîkayê xwaribûn.

Roja 3yê Çileya 2021ê di operasyonekê de Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis ji aliyê Amerîkayê ve li nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hatin kuştin.