Hûsiyan keştiyeke Îmaratî desteser kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hûsiyan ragihand, wan keştiyeke Îmaratî li derdora bajarê Hudeyda yê Yemenê li başûrê Deryaya Sor desteser kiriye û got, keştiyê alavên leşkerî hilgirtiye û bê destûr derbasî nav avên Yemenê bûye û karên dijminane dike.
Hevpeymaniya Leşkerî ya bi pêşengiya Erebîstana Siûdî, Hûsî bi “çetegerî û revandinê" tometbar kir û li ser zarê berdevkê xwe diyar kir, keştiya barhilgir a “Rawabî” ji girava Socotra dihat û alavên nexweşxaneya meydanî ya Siûdî hilgirtibû.
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Hûsiyan Yahya Serî di twîtekê de got: "Hêzên çekdar ên Yemenê, dest danî ser keştiyeke barhilgir ya leşkerî ya Îmaratê ku alavên leşkerî hilgirtiye û bê destûr derbasî nav ava Yemenê bûye û kiryarên dijminane li dijî ewlekarî û aramiya Yemenê dike.
Berdevkê Hevpeymaniya Leşkerî ya bi pêşengiya Erebîstana Siûdî Turkî Malikî got: “Operasyona çetegirî ya milîsên Hûsî yên terrorist, metirsiyeke rasteqîn e ji bo azadiya deryavaniyê û bazirganiya navneteweyî li tengava Bab El-Mendab û başûrê Deryaya Sor”
Malikî tekez kir jî, Hûsî bi vî karê xwe, berpirsatiya temam hildigire ser milê xwe û ev kar li dijî yasaya navdewletî ye. Herwiha daxwaz kir dimildest keştî were berdan û gefa “bikaranîna hêzê di dema pêwîst de” xwar.