Li Bakurê Kurdistanê berfê deriyên dibistanan girtin

Diyarbekir (K24) – Ji ber barîna berfê, li 5 navçeyên Wanê, Erzincan û li 2 gundên Îdirê jî dibistan bo rojekê hatine girtin û navber bo perwerdeyê hatiye dayîn. Herwiha li bajarê Sêwazê jî rêya 68 gundan hatiye girtin.

Parêzgariya Wanê ragihand, ji ber barîna berfa zêde li 5 navçeyên wek Artemêt, Qelqeliya, Seray, Tûşpa û navçeya navendî Îpekyolu bo rojekê navber bo perwerdeyê hatiye dayîn.

Her wiha li navçeya Erdîşê jî bo xwendekarên bi wesaîtan diçin dibistanê bo rojekê navber hatiye dayîn.

Barîna berfê li Îdirê jî bandor li jiyana rojane kir û li navçeya Başan li 2 gundan bo rojekê navber bo perwerdeyê hat dayîn.

Bajarekî din jî ku bi berfê xemiliye jî Sêwaz e ku bajar ji berfê sipî bûye. Hat ragihandin ku li Sêwazê ji ber barîna berfa zêde rêya 68 gundan hatine girtin.

Li bajarê Erzinganê jî ji ber barîna berfê li tevahiya bajêr dibistan bo rojekê hatin girtin û welatiyên astengdar û jinên dûcanî jî yên di saziyên fermî de dişixulin dê neçin kar.