Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê raporta binpêkirinên 2021ê eşkere kir

Ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ve li Diyarbekirê raporta binpêkirinên dijî rojnamegeran hat amadekirin.
Diyarbekir, wêne: K24
Diyarbekir, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ve li Diyarbekirê raporta binpêkirinên dijî rojnamegeran hat amadekirin. Di raportê de hat amajekirin ku 2 rojnameger hatine kuştin û derbarê 54 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê li Diyarbekirê derbarê binpêkirinên hember rojnamegeran ên sala 2021an de rû dane de raportek ji raya giştî re hat parvekirin.

Raport ji aliyê Hevserokên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan û Dîcle Muftuoglu ve hat xwendin.

Di raportê de hat amajekirin ku di sala 2021an de 2 rojnameger hatine kuştin, 55 rojnameger rastî êrîşê hatine, 61 rojnameger hatine binçavkirin, 6 rojnameger hatine girtin.

Herwiha derbarê 54 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin, bo 51 rojnamegeran doz hatiye vekirin, 47 rojnameger hatine sizadan, 23 rojnameger rastî êşkence û helwesta xirap hatine, 102 caran nûçe çêkirina rojnamegeran hatiye astengkirin, 75 rojnameger ji kar hatine derxistin, 64 malperên nûçeyan hatine girtin.