Daxuyaniyek ji Saziya Kurdistan24ê ve
Hewlêr (K24) – Saziya Kurdistan24 a Lêkolîn û Ragihandinê di daxuyaniyekê de eşkere dike; bûye çend meh, êrîşên elektronîk li ser yekeyên elektronîk û malper û platformên medyaya civakî yên Kurdistan24ê, gelek zêde bûne û armanca êrîşan, jêbirina platformên Kurdistan24 û çêkirina astengiyan li ber gihandina peyamên me yên niştimanî û kêmkirina dengê peyama saziyê ye.
Metna daxuyaniya Saziya Kurdistan24ê ev e:
Wergirên ezîz ên peyamên medyayî yên Kurdistan24ê
Bikarhênerên torên civakî bi hemû platformên cuda ve:
Dilsozên peyama Kurdistanê
Saziya Kurdistan24 ketiye ber êrîşa elektronîk û gelek hewldanên sift têne kirin ji bo rêgirtina li gihandina peyamên saziyê bo welatiyan, lê belê her kesî dilniya dikin ku em rijd in li ser pabendiyên xwe yên niştimanî û pîşeyî û em li ser wan berdewam dibin.
Kurdistan24 ji destpêka damezrandinê ve ji ber stratejiya niştimanî ya karkirinê û Kurdistanîbûnê, peyamên wê bi awayekî berdewam rûbirûyî zext û terora fikrî ya li navxwe û derve bûye.
Tîma teknîkî û şarezayên warê IT ya saziyê û tîmên şêwirmendên taybet ên warê IT yên li derveyî welat, bûye çend meh, têbîniya wê yekê kirine, êrîşên elektronîk li ser yekeyên elektronîk û malper û platformên medyaya civakî yên Kurdistan24ê, gelek zêde bûne. Herwiha têbîniya wê yekê jî hatiye kirin ku ev êrîş rêxistinkirî ne û ji hewla takekesî derçûne û bûne karê dezgeh û tîma rêxistinî ya hackeran, ku çavkaniyên wan êrîşan, Iraq û welatên derdor in.
Armanca wan a sereke jî jêbirina platformên Kurdistan24 û çêkirina astengiyan li ber gihandina peyamên me yên niştimanî û kêmkirina dengê peyama saziyê ye.
Wergirên ezîz ên Kurdistan24ê
Piştî lêkolînên hûr, saziya Kurdistan24ê zanyarî derbarê jêdera vê êrîşa elektronî kom kirin û li ser asta navxwe û derve, aliyên taybetmend bi van êrîşên dawî yên wan grûp û koman ku bûne sedema girtina malpera Kurdistan24ê agahdar kirin ku ji ber wê wergirên me li navxwe û derveyî Kurdistanê nekarîn xizmetên me werbigirin, lê belê xweşbextane ji ber parêzbendiya sîberane ya ku hebû, nedikarî zîyanê bigihînin datasentera sereke û hemû zanyarî û xizmetguzariyên me yên online bi berdewamî li ber destê welatîyên me bûn û hemû ev hewlên han bê encam bûn û dubare dest bi weşana malperê bêyî ti ziyanekê dest pê bike.
Welatî û bikarhênerên birêz yên sosyal medyayê
Kurdistan24 li ser prensîbên pîşeyî, etnîkî û netewî hatiye damezrandin û tekezî li ser cîbicîkirina wan dike û ji hêlên xwe yên pîşeyî û Kurdistanî dûr nake û ew zext û fişarên elektronîk, hewlên gelekî biçûk in ku li pêş me bibin asteng û em ê di pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyên medyayî ji wergirên me yên ezîz re berdewam dibin eger li kû derê cîhanê bin.
Ji niha û pê ve hûn dikarin domainên me yên din bi riya www.24.krd/kmr malpera Kurdistan24ê vekin û kar ji bo xebitandina domain kurdistan24.net berdewam e, hêvî dikin ku di demeke nêz de ji nû ve bikeve kar.