Tenduristkar ji bo başkirina şert û mercên xebatê çalakiyan dikin

kurdistan24.net

Diyarbekirê (K24) – Li Diyarbekirê endamên Platforma Tenduristiya ya Amedê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku, nexweşiya Covîd-19ê wekî nexweşiya pîşeyî were tomarkirin û şert û mercên xebata wan werin başkirin. Ew dibêjin; heger daxwazên wan neyên cîbicîkirin dê di rojên pêş de bi demkî dest ji kar berdin.

Li Bakur û Tirkiyeyê, bi belavbûna vîrûsa koronayê re şert û mercên xebatê yên tenduristkaran jî giran bûn. Ji bo ku şert û mercên xebatê werin başkirin endamên Platforma Tenduristiyê ya Amedî li ber derê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê civiyan û bi kongreyeke rojnamegerî bang li hikûmeta Tirkiyeyê kirin ku şert û mercên wan werin başkirin. Endamê Desteya Rêveber ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya got; ji ber şert û mercên giran yên abûrî û kar di nava 2 salan de hezar û 400 bijîşkan Tirkiye bicih hîştine.

Endamê TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya ji K24ê re got: “Wekî ku tê zanîn li Tirkiyeyê qeyraneke abûrî heye. Ev qeyran herî zêde bandorê li tenduristkaran dike. Xebatkarên tenduristiyê gelekê westiyan e. Hemû xebatkarên tenduristiyê yên cîhanê westiyan lê belê li Tirkiyeyê barê pandemiyê li ser milê xebatkarên tenduristiyê bû. Xebatkarên tenduristiyê gelek westiyane, gelek reht bûne. Niha jî cûreyê Omîcronê belav dibe, kesên ku serî li nexweşxaneyan didin gelek zêde dibin, pişkîninên gelek kesan pozîtîf derdikeve.  Ev jî dibe sedem ku em êdî nikarin kar û xebata tendurustiyê bimeşînin.”

Li Tirkiye û Bakur cûreyê vîrûsa Omîcronê belav dibe û girêdayî vê yekê halet jî zêdetir tên tomarkirin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, di 6ê Çile roja Pêncşemê a 2022an 156 kesan ji Covîd-19ê canê xwe ji dest dan û 68 hezar û 413 kes jî bi koronayê ketine. Tendurustkar dibêjin, bi zêdebûna haletan hejmara nexweşan jî zêde dibe û barê wan giran dibe.

Perester Mehme Nur Ulus dibêje: “Em dibêjin divê pirgirêkên abûriya tenduristkaran were çareserkirin. Niha li Tirkiyeyê kêmtirên mûçeya fermanbaran yê tenduristkaran e.”

Bijîşk Mistefa Yaşa diyar dike: “Bi salan e pirsgirêkên me hene. Ev nêzî 20 salan e, pergaleke nû ya tenduristiyê hatiye duristkirin. Her ku diçe rewşa tenduristkaran xirabtir dibe.”

Di çalakiyên xwe de tenduristkar dibêjin; ew dixwazin mafên wan yên abûrî û pîşeyî bi yasayan bên parastin, ji giranbûna nirxê kelûpelan zêdetir li mûçeyên wan werin zêdekirin, ji bo teqawîtbûyina wan ji niha ve gavên şênber werin avêtin, riya tundî û tûjiya li hemberî tenduristkaran bi yasayan were girtin û nexweşiya Covîd-19ê wekî nexweşiya pîşeyî were qebûlkirin.