Fîlmekî Kurdî di 5 rojan de milyonek car hat temaşekirin

Çend xortên bajarê Kerkûkê kurtefîlmekî Kurdî kişandin.

Hewlêr (K24) – Çend xortên bajarê Kerkûkê kurtefîlmekî Kurdî kişandin û li ser Youtube belav kirin, fîlmê wan di nava 5 rojan de ji aliyê milyonek kesan ve hat temaşekirin.

Selman û hevalên wî li bajarê Kerkûkê kurtefîlmek kişandin û li ser Youtube belav kirin, ku di demeke kin de deng veda.

Fîlm 22 xulek e û aksiyon-komedî ye û jêrnivîsa Erebî heye. Fîlm behsa çîroka xortekî Kurd dike ku serdana Hindistanê dike û vedigere Kurdistanê û weke senaryoyên fîlmên Hindî, bûyerên sosret û belawela bi ser wî de tên.

Di kanala Youtube ya Selman Vines de 608 hezar abone hene û beşeke mezin a vîdyoyên wî weke vine ye, ku vîdyoyên kurt ên henek û montaj in.