Asayîşa Rojava: Di êrîşa Tirkiyê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da

11 kes jî birîndar bûn.
Kobanî
Kobanî

Hewlêr (K24) – Asayîşa Rojavayê Kurdistanê ragihand; artêşa Tirkiyê navenda bajarê Kobanî û gundewarên wê kire armanc û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 11 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya Asayîşê de hat eşkerekirin ku ji ber bombebarana navenda bajarê Kobanî û gundewarên li sînor, sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 11 kes birîndar bûn, ku ji wan du kes zarok in û birîna çend kesan jî giran e.

Asayîşê herwiha diyar kir: “Bêguman êrîşên faşîst ên bi vî rengî, li deverên me ewlehî û aramiyê dike armanc û rêxistina DAIŞê bi rêya şaneyên razayî vedijîne, ku di her êrîşa ser vê herêmê de çalak dibe.”

Kobanî
Êrîşa li Kobanî
Êrîşa li Kobanî
Êrîşa li Kobanî