Ji Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê banga dersa zimanê Kurdî

Hamza Dag li Diyarbekirê bang li welatiyan kir ku dersa zimanê Kurdî hilbijêrin.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hamza Dag
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hamza Dag

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Hamza Dag li Diyarbekirê bang li welatiyan kir ku dersa zimanê Kurdî hilbijêrin.

Hamza Dag li Diyarbekirê beşdarî civîna partiya xwe ya bi navê Encûmena Şêwirmendiyê ya Bajêr a Berfirehkirî ya Diyarbekirê bû.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê bang li welatiyan kir ku di heyama duyem a perwedehiyê de dersên Qur’ana Kerîm, Siyer û Zimanê Kurdî hilbijêrin.

Hamza Dag di axaftina xwe de got: “Gelek pirsgirêkên dijwar, di serî de jî pirsgirêka Kurd, di serdema AK Partiyê de gihîştin çareseriyê.”