Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê: Kêşeyên rojnamegeran nehatine çareserkirin

Bi boneya Roja Rojnamegerên Kar Dikin sendîka û komeleyên rojnamegeran daxuyaniyên çapemeniyê ragihandin
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Bi boneya Roja Rojnamegerên Kar Dikin sendîka û komeleyên rojnamegeran daxuyaniyên çapemeniyê ragihandin. Li gorî amarên hatin e ragihandin, di sala 2021an de 34 rojnameger di girtîgehan de mane, 250 rojnameger jî ji ber nûçeyên xwe têne darizandin û herwiha 115 roj sizayê reklamê li 4 rojnameyan hatiye birîn û ji 23 hezar û 306 rojnamegerên tomarkirî tenê ji sedî 68,8ê wan xwedî karta fermî ya rojnamgeriyê ne; lê yên din yanî nêzîk 9 hezar rojnamger hê jî di bin şert û mercên zor de karê xwe de dikin.

Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê bi boneya 10ê Rêbendanê Roja Rojnamegerên Kar Dikin daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand. Li gorî sendîkayê di sala nû de jî kêşeyên rojnamegeran nehatine çareserkirin. Rojnameger ji dahateke adilane û xebateke mirovane bêpar hatine hiştin di sektora medyayê de ku asta bêkariyê çûye ser ji sedî 35an. Herwiha sendîqe radigihîne, di vê serdema ku nûçe têne sanûrkirin û fişarên otosansûrê berdewam in de, hê jî astengiyên ji bo standina kartên fermî yên rojnamegeriyê didomin.

Li gorî amara sendîkayê ragihandiye 34 rojnameger di girtîgehê de ne û sizadana bi rê û destê RTUK û Saziya Reklamê ya Tirkiyê hê jî didome di vê dema ku ji sedî 90 xebatkarên medyayê yên li Tirkiyê ne di bin ewlahiya xebat û sendîkayan de kar dikin. Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê dibêje; mixabin ji bo wan ev roj ne roja pîrozkirinê ye; divê wekî Roja Rojnamegerên Têdikoşin bê bi navkirin.

 

Serokê Giştî Yê Sendokaya Rojnamerên Tirkiyê Gokhan Durmuş ji K24ê re got: “Sê sernavên girîng hene li pêşiya me di vê sala nû de. Yek jê azadiya çapemeniyê, serbest berdana rojnamegerên girtî û dawî lê anîna dozên darizandina rojnamegeran e.  Ya din Sendîkabûyîn û ya sêyem jî bo rojnamegeran pêşî libergirtina bêkariyê ye.”

Sendîka di berdewama daxuyaniyê de dide zanîn, ew tiştekî nabînin ku vê rojê wek roja rojnamegeran pîroz bikin. Ji ber ku hê jî derbirina ramanê û çapemenî tê astengkirin û bi sedan rojnameger her roj parastina nûçeyên xwe dikin li korîdorên dadgehan. Li gorî daneyên sendîqe radigihîne, di sala 2021an de di 130 dozan de 250 rojnameger ji ber nûçeyên xwe hatine darizandin. Herî kêm 50 kes jî ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatine binçavkirin. Dîsa bi rêya 71 biryarên RTUKê li medyaya ku hikûmetê rexne dike 21 milyon û 500 hezar lîre siza hatiye birîn. 23 biryar dijî Halk TV, 21 jê bo TELE 1, 15 jê bo Fox TV'yê, 8 jê ji bo KRTyê û 4 jê jî ji bo Haberturkê.

Seroka Şaxa ÎHDya Stenbolê Gulseren Yolerî dibêje: “Dema em ji çavê mafê mirovan kêşeyên rojnemegeran binirxînin dikarin wiha bêjin: Eger em bixwazin li dinyayê edalet û demokrasî hebe, naxwe divê em pêşiya xebatkarên çapemeniya azad jî vekin. Ji bo vê jî divê desthilat dawî li fişar û otosansûrê bîne û ji rojnamegeran re mercên azad ava bike da karibin bêyî tirsa girtinê bi serbestî karê xwe bikin.”

Li gorî daneyên Saziya Ewlehiya Civakî di Berfanbara 2020an de 23 hezar û 306 rojnameger bi awayekî fermî hatine tomarkirin. Lê li gorî Serokatiya Ragihandinê ev hejmara 15 hezar û 104 kes e. Dema ev amarên ragihandinê li ber çav bêne girtin naxwe li Tirkiyê bi tenê ji sedî 68,8 rojnameger xwedî karta fermî ya rojnamegeriyê ne. Li gorî amarên Komeleya Lêkolînên Medya û Azadiya Çapemeniyê jî ji sedî 73yê rojnamegerên li Tirkiyê dijîn, nikarin debara xwe bikin, lê ligel wê jî ji sedî 70 nafikirin ku pîşeya xwe bigûherînin. Herwiha ji sedî 47 rojnameger jî bawer nakin ku ew ê malnişîn bibin. Ji sedî 85 rojnamegerên li Tirkiyê dijîn jî ditirsin ku ji kar bêne avêtin û ji sedî 85ê wan jî xwe mecbûr dibînin ku di nûçeyên xwe de otosansûrê bikin.