Bangewaziyên ji bo dersên bijarte yên kurdî dewam dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Platform û saziyên zimanê Kurdî, bangewaziya xwe dubare kiribûn ku zarokên Kurd dersên bijarde yên Kurdî bibijêrin. Lê ew bangewaziya wan ji aliyê hin partiyên siyasî û sendîkayên perwerdekaran ve bi germî nehatibû pêşwazî kirin. Nivîskar û lêkolînerên Kurd jî mijarê j bo Kurdistan24 nirxandin.

Li Bakurê Kurdistanê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bi taybet jî di her werzên perwerdehiyê de dikeve rojevê. Mafê dersên bijarde yên bi Kurdî hebe jî, gelek astengî û kêşe hene ku perwerdehiya zimanê Kurdî biserkeftî birêve biçe. Saziyên Ziman jî bangewaziyên xwe dikin ku malbatên Kurd berê zarokên xwe bidin dersên Kurdî yên bijarde.

Nivîskarê lêkolîner yê Kurd ku bi xwe jî mamoste ye Saîd Veroj bal kişand, dewletê her çiqas mafê dersên bijarde yê Kurdî nas kiribe jî, bi polîtîkayên ku dimeşîne jî, dixwaze naveroka wî mafî pûç bike. Lê aliyên Kurd jî dikarin plansaziyeke baş bikin da ku ji mafên heyî sûd bê girtin û daxwaza mafên din jî bikin.

Nivîskar Saîd Veroj got: “Dersên bijarde ji bo zimanê Kurdî ne çareseriye. Lê weka pêngava pêşîn jî derfetekî baş û girîng e. Heger di vê pêvajoyê de, mamoste û civaka Kurd bê amade kirin da ku sibê roj daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî bikin, bê guman guman gaveke girîng e. Lê heger ku mafê neteweya Kurd û miletê Kurd bi vê bê sînordar kirin, ew jî gelek kêm e û nayê qebûl kirin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê Egîtim-Sen jî, balê dikşînin ku dersên bijarde çareserî nîn e û loma jî divê çalakî ji bo perwerdehiya misoger ya bi Kurdî bê kirin. Loma jî bangewaziya dersên bijarde jî bi erênî pêşwazî nekiribûn.

Nivîskarê lêkolîner Roşan Lezgîn jî anî ziman ku divê daxwazên zêdetir nebin hêncet ku ji mafên heyî sûd neyê girtin û daxwaz kir ku hemû Kurdên ku zarokên wan diçin polên 5-6-7 û 8’an dersên Kurdî bibijêrin û di daxwazên xwe de rikbin da ku rêya mafên zêdetir jî xweş bikin.

Nivîskar Roşan Lezgîn dibêje: “Divê polîtîqaya me ew be ku ji mafekî biçûktirîn jî heta dawî heta karibin jê îstifade bikin. Ev têrî me dike hîç nake, ji bo dermankirina kêşeya ziman ya miletê Kurd derman e naxêr. Lê belê divê em heta dawî ji vî mafa sûd werbigirin. Çim af dibe bila be, divê ev polîtîqaya me be. Hem div ê mijarê de hem jî di yên din de. Heger li nav sînorê hiqûqa Tirkiyeyê mafekî bê nasîn divê em jî heta dawî jê sûd biigirin. Wek ku berê navên Kurdî qedexebûn û niha serbestin. Divê em heta karibin ji wî amfi îstifade bikin.”

Nivîskarên Kurd balê kişandin ku salê 2-3 mamoste ji bo Kurdî tên tayin kirin, da ku nebûyîna mamosteyan bibe hêncet ku dersên bijarde yên Kurdî neyên bijartin, lê divê saziyên ziman yên Kurdî û partiyên siyasî jî xwedî helwest û polîtîkayek bin da ku mafên Kurdî bên cîbicîh kirin.