Hejmara nû ya Kovara Nûbihar Akademî derket

Bi vê hejmara xwe ya şazdehem, sala xwe ya heştem temam dike.
Nûbihar Akademî
Nûbihar Akademî

Stenbol (K24) - Kovara Nûbihar Akademî bi hejmara xwe ya 16emîn de derket. Kovar bi vê hejmara xwe ya şazdehem, sala xwe ya heştem temam dike.

Nûbihar Akademî di vê hejmarê de bi neh gotar û belgenameyekê li pêşberî xwendevan û vekoleran e.

Ji gotaran pênc heb bi Kurdî (çar bi Kurdiya Kurmancî, yek bi Kurdiya Soranî), du heb bi Îngilîzî û du heb jî bi Tirkî ne; belgename jî bi Farisî ye. Edebiyat, civak, tarîx, siyaset û ziman qadên bingehîn ên naveroka vê jimarê ne.

Naveroka hejmara 16em a Nûbihar Akademiyê bi vî rengî ye:

1- Ayhan Tek “Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke Beyta Sekeratê”

2- Hêmin O. Ahmed, “فەقێ قادری هەمەوەند لە بەڵگەنامەكانی قاجاریدا /Feqî Qadirî Hemewend le Belgenamekanî Qaçarî da”

3 - Nesim Sönmez, “Di Kilamên Dengbêjiyê da Bûyera Mûsa Begê Mûşê û Gulîzarê”

4 - Engin Korkmaz, “Siyaset Bilimi Bağlamında Sıtranların Etkisi: Nasturi ve Kürt Sıtranları Örneği”

5 - Mehmet Rezan Ekinci, “Mîr-i Aşiretten Eşkıyalığa: Aşiret Hanedan Üyelerinin Makbulden Madunlaşma Sürecine Bakış 1800-1855”

6 - Serhun Al, “Kurdish Self-Determination, Turkish Anxiety: The Making of the Republican Raison D'état”

7- Cihat Yılmaz, “Turkey’s Kurdish Question Revisited; Perspectives of Kurdish Political Parties Towards the Kurdish Issue”

8 - Yusuf Baluken, “Ji Serdema Rêvebiriya Mîr Şerefê Rojkî Çend Dokûment”

9- Tahirhan Aydın “Tuhfetu’l-Khullan fi Zimani Kurdan”

10- Esmail Shams, “ایلی همه وند تکیه بر اسنادی منتشر نشده / Îlî Hemewend Tekye ber Esnadî Munteşir Neşode”

Herwiha ji vir şûnde di her jimareke Nûbihar Akademiyê de, li dor temayeke xebatên Kurdî û di bin navê “dosyaya jimarê” de komek gotarên tematîk dê bên amadekirin û di her jimarekê de ev gotarên dosyayê û gotarên cihêreng bi hev re dê bên weşandin.

Di vê çarçoveyê de biryar ew e ku di jimara yekem a sala 2022ê de temaya dosyaya Nûbihar Akademiyê “Kurdên Yarsan” be û ev dosya di bin serpereştiya Shahab Valiyî de bê amadekirin.

Nûbihar Akademiya ku salê du caran diweşe hem bi rêya çapê hem jî bi awayekî dîjîtal digihîje ber destê xwîneran.