Li Dêrsim, Wan û Qersê berfê deriyên dibistanan girtin

Îro li çend bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê deriyên dibistanan hatin girtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro li çend bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê deriyên dibistanan hatin girtin.

Qaymeqamiya navçeya Pulur a ser bi parêzgeha Dêrsimê bi daxuyaniyekê ragihand: “Ji ber barîna berfê ya zêde û ji ber rewş neyînî û qeşaya zêde, li navçeya me roja înê ya 14ê Çileyê  navber bo perwerdehiyê hatiye dayîn.

WAN

Parêzgariya Wanê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Ji ber barîna berfê ya zêde, 14.01.2022 roja înê li seranserê bajarê me, perwerdehiya seretayî û navendî, perwerdehiya gel, çalakiyên navendên perwerdehiya taybet û rehabîlîtasyonê bo dema 1 roj navber hatiye dayîn.”

QERS

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Qersê, ji ber berfa li navend û navçeyên parêzgehê û ji ber şert û mercên dijwar ên hewayê, li dibistanên seretayî û navendî, îro ji bo perwerdehiyê bêhnvedan hatiye ragihandin.