Lavrov: Divê ezmûna Hewlêrê bo Sûriyê were veguhestin

"Bi baweriya min, ew ezmûna ku Kurdên Iraqê hene, pêwîst e bidin Kurdên Sûriyê jî."
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di konferanseke çapemeniyê de ku Nûçegihanê K24ê Xoşewî Mihemed jî amade bû, ragihand: “Ezmûna Hewlêrê gelek cuda ye û di demên borî de min serdana Hewlêr û Bexdayê kir, civînên min li gel hemû aliyên Kurdî û Sûrî û Iraqî hebûne. Bi baweriya min, ew ezmûna ku Kurdên Iraqê hene, pêwîst e bidin Kurdên Sûriyê jî.”

Sergey Lavrov diyar kir ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê ne yekgirtî ne û got, beşek ji Kurdên Sûriyê nêzîkî Amerîkayê ne û beşek din jî nêzîkî Tirkiyê ne. Lavrov dibêje; ew Kurdên ku di Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê de ne, “nûnertiya hemû Kurdên Sûriyê nakin”.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê behsa ezmûna Kurdan li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand: “Ezmûna Hewlêrê gelek cuda ye û di demên borî de min serdana Hewlêr û Bexdayê kir, civînên min li gel hemû aliyên Kurdî û Sûrî û Iraqî hebûne. Bi baweriya min, ew ezmûna ku Kurdên Iraqê hene, pêwîst e bidin Kurdên Sûriyê jî.”

Sergey Lavrov destnîşan kir, hin alî dixwazin Sûriye û Iraqê bikin qada milmilaniyên xwe û rexne li siyaseta Amerîkayê ya derbarê Kurdan de girt û got, “Ti deman Amerîka çareseriyeke baş bo Kurdan nabîne.”