Li Colemêrgê 11 dever heta dawiya îsal hatin qedexekirin

Li deverên weke “herêma ewlehiya taybet” hatine ragihandin, çûn û hatina xelkê sivîl a bo wan cihan hatiye qedexekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li  parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 11 dever bi hinceta “têkoşîna li dijî terorê” di bin navê “herêmên ewlehiya taybet” de heta dawiya îsal ji çûn û hatinê re hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Colemêrgê ve hatiye belavkirin, 11 deverên li navçeyên Çelê, Rûbarok, Şemzînan û Geverê, ji demjimêr 00:00ê 14ê Çileya 2022yan heta demjimêr 23:59ê 31ê Kanûna heman salê, wek herêmên ewlehiya taybet hatin ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin; li deverên weke “herêma ewlehiya taybet” hatine ragihandin, çûn û hatina xelkê sivîl a bo wan cihan hatiye qedexekirin.

Parêzgariya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de dibêje ku biryara qedexeyê ji bo parastina can û malên welatiyan û berdewamiya aramiya herêmê wek tedbîrên di çarçoveya yasayan de hate dayîn.