Îlhamî Işık: Dewleta Tirkiyê li gel Ocalan hevdîtinan dike

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan amaje kir ku Selahattîn Demîrtaş ê Hevserokê berê yê HDP, hisaba herî mezin dê bide Abdullah Ocalan ê rêberê PKKê ku di girtîgeha Îmraliyê de dimîne. Li gor çavdêrên siyasî û pisporan, dewleta Tirkiyê li gel Îmraliyê hevdîtinan dike, desthilata AK Partî ji bo şikestina tesîra HDP û Demîrtaş hewl dide di ser Îmraliyê re stratejiyeke hilbijartinê ava bike û di proseya hilbijartinê de faktora Ocalan û Demîrtaş zêdetir dê bê nîqaşkirin.

Axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a der barê Hevserokê berê yê HDP Selahahattîn Demîrtaşê ku di girtîgeha Edîrneyê de û rêberê PKK Abdullah Ocalan ê ku di girtîgeha Îmraliyê de di rojeva siyasî vî welatî de wek mijareke sereke tê nîqaşkirin.

Erdogan li parlamentoya Tirkiyeyê behsa Demîrtaş û Ocalan kir û got: “Ew kesê li Edîrneyê ye hisaba herî mezin dê bide Îmraliyê.”

Li ser vê yekê Demîrtaş jî li ser twitterê bersiv da Erdogan û got: “Siyasetmedar hisabê tenê didin daraza serbixwe. Tu dev ji min berde, li xwe bifikire ka tê hisaba xwe çawa bidî.”

Li gor nivîskar Îlhamî Işık ev axaftin nîşan dide ku dewleta Tirkiyeyê li gel Îmraliyê hevdîtinan dike û di heman demê de ev yek nîşaneya hilbijartineke pêşwext e jî.

Nivîskar Îlhamî Işık ji K24ê re got: “Berê niha dema nêzîkî hilbijartinên herêmî piştî ku hemû aliyan helwesta xwe eşkere kiribûn, nameya Ocalan hat belavkirin ku dema wê gelek xelet bû. Ji bo ku heman xeletî neyê dubarekirin desthilata AK Partî, ji niha ve dest bi hin gavan dike ku ev daxuyanî jî yek ji wan gavan e. Armanceke axaftina Erdogan jî ew e ku hinek guman û nezelalî li aliyê Kurdan bê belavkirin. Eger Ocalan li dijî Demîrtaş daxuyaniyek bide wê demê di nava siyaseta Kurd de dê şikestinekê rû bide. Rojên bê faktora Îmraliyê di siyaseta Tirkiyeyê de wê zêdetir derkeve pêş.”

Daxuyaniya Erdogan ji hêla hin siyasetzanan ve wek hewla şikestina siyaseta Kurd ji hevdûrxistina hilbijêrên Kurd tê şîrovekirin.

Siyasetmedar Ufuk Uras dibêje: “Piştî polîtîkaya qeyûm û doza girtina HDP dengdêrên HDP zêdetir konsolîde bûn ku ev jî li aliyê desthilatê bû sedema aciziyê. Niha jî bi vê axaftina Erdogan, hewl tê dayîn weke ku di nava Demîrtaş û Ocalan de kêşeyek heye were destnîşankirin. Ev jî nîşan dide ku desthilat ketiye tengasiyeke mezin. Li gel vê hewl tê dayîn Ocalan xwe nêzî tifaqa Komarê bike lê fîkra Ocalan ne li ser tifaqa Komarê ye ne jî li ser tifaqa Miletê ye. Ew dixwaze tifaqeke sêyem bê avakirin. Rojên bê pêkan e ku ji Îmraliyê daxuyanî werin dayîn.”

Li gor Umît Firat ê nivîskar desthilata AK Partî hewl dide dengên ji Kurdan bo wan dihat dayîn ku kêm bûye zêde bike, ji bo vê di ser Îmraliyê re planeke siyasî dike.

Nivîskar Umîd Firat dibêje: “Bêguman Erdogan di proseya hilbijartinê de çi fersend bikeve destê wî, hemûyan bo berdewamiya desthilata xwe dê bi kar bîne û ji bo vê pêkan e ku serî li rêbazên derhiqûqî, çavtirsandinê jî bide. Erdogan û dewlet jî dizane ku Ocalan ji xeynî xwe kesek ku di siyaseta Kurd de zêde derkeve pêş hez nake. Niha Demîrtaş her hefte der barê rojevê de bi nameyan fîkra xwe belav dike, li gel parêzerên xwe hevdîtinan dike. Bi vî awayî popularîteya wî her zêde dibe. Ocalan ê ku ji wan derfetan bêpar e ji vê yekê gelek aciz e. A rast Ocalan û Demîrtaş ji hev du hez nakin jî. Erdogan jî dixwaze wan bîne hemberî hev lê Demîrtaş bi zimanekî dîplomatîk dikare bêje kêşeyek wî li gel Ocalan tune. Bi ya min rojên bê pêkan e ku Ocalan hin daxuyanî dijî Demîrtaş belav bike.”

Li gor gelek çavdêrên siyasî, ber bi hilbijartina giştî ve ku di sala 2023an de dê bê kirin, di rojeva siyasî de faktora Ocalan û Demîrtaş bi berfirehî wê were nîqaşkirin.