VÎDEO – Artêşa Iraqê li Şingalê dest danî ser çekên YBŞê

Kanala Exbariye ragihand; îro artêşa Iraqê dest daniye ser hejmareke mezin a çekên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ).

Hewlêr (K24) – Kanala Exbariye ragihand; îro artêşa Iraqê dest daniye ser hejmareke mezin a çekên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ).

Kanala Exbariyek vîdeoyeke dema destdanîna ser çekan belav kiriye û gotiye: “Artêşa Iraqê li Şingalê dest danî ser hejmareke mezin a otomobîl û çekên YBŞê, ku ji aliyê komên milîs ên Heşda Şeibî û Desteya Heşda Şeibî ve têne piştevanîkirin.”

Herwiha diyar kiriye: “Di vê proseyê de hejmareke mezin ji çekdarên YBŞê ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve hatin desteserkirin û beşek ji wan ber bi çiya reviyan.”