Rêveberiya Kampa Çiyayê Şingalê bangewazek belav kir

"Berfê derdora Kampa Şingalê dorpêç kiriye."
Kampa Çiyayê Şingalê
Kampa Çiyayê Şingalê

Hewlêr (K24) - Rêveberiya Kampa Çiyayê Şingalê ya li parêzgeha Neynewa, li ser barîna berfê û hewaya sar, bangewaziyek arasteyî Komîsyona Mafên Mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir.

Rêveberê Kampa Çiyayê Şingalê Elî Şebo ragihand: “Em bangewaziya bilez arasteyî aliyên pêwendîdar û Neteweyên Yekbûyî û Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan dikin, ku alîkariyan pêşkêş bikin ji bo bi sedan malbatên aware yên Êzidî, berfê derdora Kampa Şingalê dorpêç kiriye.”

Elî Şebo diyar kir; eger rewşa hewayê bi vê şêweyê berdewam be, karesatên mirovî dê li Kampa Çiyayê Şingalê çêbibe, bi taybetî li Kampa Serdeştê.