HSDê li ser teqîna li zindana Hesekê zanyariyên nû belav kir

“Hêzên me û dezgehên ewlehiyê yên taybet rûbirûyî hewleke revînê ya çekdarên DAIŞê bûn."

Hewlêr (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê teqîna îşev de ku li zindana Xiwêran rûda, zanyariyên nû belav kir.

HSDê di daxuyaniya xwe de eşkere kir: “Hêzên me û dezgehên ewlehiyê yên taybet rûbirûyî hewleke revînê ya çekdarên DAIŞê bûn, ku li Girtîgeha Xiwêran a li Hesekê zindanîkirî bûn.”

Herwiha diyar kir: “Teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî ji aliyê şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê ve li nêzîkî saziya Sadkob a depokirina madeyên petrolî ya nêzîkî zindanê hat encamdan, piştî wê bûyerê jî rasterast şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê yên navxwe û çekdarên DAIŞê de rûda, ku ji deverên derdorê bi nepenî ketibûn wî cihî.”

Li ser vê mijarê, jêderekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ragihand; di encama vê bûyerê de 20 çekdarên zindanîkirî yên DAIŞê reviyane.

Beriya demjimêrekê, K24ê nûçe vê teqînê belav kir û û ragihand; li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li zindana ku çekdarên DAIŞê tê de ne, teqînekê rûda û piştî teqînê DAIŞê êrîş kir û dengê gelek teqeyan hatin bihîstin.

Li gor zanyariyên K24ê, xwekujekî li nêzîkî xaleke kontrolê ya zindanê, xwe teqandiye û piştre şer û pevçûneke dijwar di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên HSDê de rûdaye.

Piştî teqînê hêzeke mezin bo zindanê hatine veguhestin û nêzîkî 20 zindanî reviyane. Niha firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li esmanê zindanê dizîvirin.

Li zindana Sinae ji 48 welatan 4 hezar çekdarên DAIŞê hene û li Rojavayê Kurdistanê zindana herî mezin a girtiyên DAIŞê ye.