Li 12 bajarên Bakurê Kurdistanê dibistan hatin girtin

Ji ber barîna berfa zêde û şert û mercên ne guncav ên keşûhewayê.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li  parêzgehên Sêrt, Şirnex, Mereş, Wan, Mêrdîn, Elezîz, Meletî, Çewlîg, Semsûr, Dîlok, Riha û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde û şert û mercên ne guncav ên keşûhewayê, bo dema rojekê dibistan hatin girtin.

Li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê û beşek ji parêzgehên Tirkiyê ev demeke ku berfê destpê kiriye û bandoreke neyênî li jiyana rojane ya welatiyan dike.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi giştî li 20 parêzgehan ji ber berfa zêde û mercên neyênî yên keşûhewayê, îro 21ê Çile dibistan hatin girtin.

Aliyên peywendîdar li cihên ku berf li wan dibara derbarê egera çêbûna aşûtê de berdewam hişyariyê didin welatiyan.

Herwiha ji ber bûyerên trafîkê jî daxwazê ji welatiyan dikin ku eger rewşeke awarte nebe çûn û hatinê nekin.