Wezareta Pêşmerge: Daxwaz dikin rênimayên cidî ji bo şikandina DAIŞê werin girtin

Wezareta Pêşmerge: Berdewamiya van kiryaran, erkê me yê hevbeş û berdewamiya hevahengî û hevkariya ji bo rûbirûbûna DAIŞê zêdetir dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de êrîşa teroristî ya çekdarên DAIŞê li ser artêşa Iraqê şermezar kir û ragihand, berdewamiya van kiryaran, erkê me yê hevbeş û berdewamiya hevahengî û hevkariya ji bo rûbirûbûna DAIŞê zêdetir dike.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de hat, “Bi tundî ew kiryara teroristî ya çekdarên DAIŞê li ser artêşa Iraqê şermezar dikin ku di encamê de komek ji cengewerên Firqeya Yek a artêşa Iraqê li nahiya Uzeyim li parêzgeha Diyalayê şehîd bûn. Berdewamiya van kiryaran, erkê me yê hevbeş û berdewamiya hevahengî û hevkariya ji bo rûbirûbûna DAIŞê zêdetir dike.”

Wezareta Pêşmerge dibêje: “Rewşa niha ya navçeyê, derketina çalakiyên teroristan û zindîbûna şaneyên nivistî, metirsiyeke hestpêkirî ye, ji ber vê yekê pêwîstî bi hevahengî û rola artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge heye.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: “Dubare dikin, em di Wezareta Pêşmerge de, ji bilî ku wî karê terorist şermezar dikin, daxwaz dikin pêdaçûn û rênimayên cidî bêne girtin ji bo zêdekirina hewlan û komkirina zanyariyên zêdetir ji bo têkşikandina tevahiya şaneyên nivistî.”

Wezareta Pêşmerge dibêje: “Bi vê boneya xemgîn, hevxemiya xwe dubare dikin, sersaxiyê li malbatên şehîdê vê bûyera û êrîşên berên yên DAIŞê dikin.”