PDK bersiva daxuyaniyeke YNKê dide

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyekê hin pirsan ji raya giştî re aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva daxuyaniya Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dide û radigihîne, “Daxuyaniya Encûmena Serkirdatiya YNKê derbarê partiya me, rewşa siyasî û pirsa Serokkormar de, hin nerastî û bêînsaf tê de bû.”

Berdevkê PDKê di daxuyaniya xwe de radigihîne: “Daxuyaniy Encûmena Serkirdatiya YNKê ya roja 23/1/2022an ya derbarê partiya me, rewşa siyasî û pirsa Serokkormar de, hin nerastî û bêînsaf tê de bû, ji ber wê bi başî dizanin ku raya giştî bi rastî û dirustiya babetan agahdar bikin.”

Berdevkê PDKê dibêje: “Piştî ragihandina encamên hilbijartina Cotmeha borî ya Encûmena Nûneran a Iraqê, li ser rasperdeya Cenabê Serok Barzanî, şandeke Polîtburoya PDKê bi armanca amadekirina helwesteke hevbeş, yekxistina navmala Kurdî û dirustkirina şandeke hevbeş bo Bexdayê ji bo çespandina daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê, serdana hemû aliyên Kurdistanî kir. Herwiha li ser vê binemayê jî, civîn di navbera her du polîtburoyên PDK û YNKê hat kirin û ligel wê jî Serok Barzanî pêşwazî li Hevserokê YNKê Bafil Talebanî kir. armanca sereke ya civînê, amadekirina bernameyke Kurdistanî ji bo nêrîneke hevbeş li hember dahatûya Iraqê û daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê û proseya siyasî bû.”

Berdevkê PDKê diyar dike: “Armanca me ew bû, şandeke hevbeş ya hemû aliyê siyasî yên Kurdistanê bê pêkanîn, lê mixabin wê yekê serî negirt û ji bo peydakirina yekrêziyê, me li ser pêkanîna şandeke hevbeş di navbera PDK û YNKê de li hev kir, ji bo ji hevtêgihîştina destpêkî, bigihin qonaxa rêkeftina siyasî. Ji ber wê şanda hevbeş a PDK û YNKê bi serokatiya endamê Polîtburoya YNKê Îmad Ehmed serdana Bexdayê kir û zîncîreyeke civîn bi aliyê Iraqî yên di nava proseya siyasî de kirin. Lê mixabin ji me re aşkere bû ku nûnerên YNKê yên di nava şanda hevbeş de nêrîneke wan ya zelal nebû û karîna biryardanê li ser pirsan jî nebû, ji bilî wê jî bêyî agahdarkirina PDKê, ew ji şanda hevbeş vekişiyan.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat got: “Derbarê rûniştina yekem a Encûmena Nûneran a Iraqê de jî ku pêwîst bû hemû alî pabendî pêngavên destûrî bin, Fraksiyona YNKê ligel ku hemû firoksiyonên Kurdistanî amade bûn, ew ji rûniştina taybet a hilbijartina Desteya Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê vekişiya. Her ev jî, yekem pêngava YNKê ji bo têkdana yekrêziya aliyên Kurdistanê di nava Encûmena Nûneran de bû.”

Berdevkê PDKê dibêje: “Derbarê babata Serokkomar jî, tekez dikin ku ew post ji destkefta gelê Kurdistanê ye û ne milkê ti aliyekî yan kesekî diyarkirî ye. Her li gor vê binemayê jî, divê tenê kandîdek were diyarkirin ku razemendî û piştevaniya hemû aliyên Kurdistanî li ser hebe, lê belê YNKê berdewam pêdagirî li ser kandîdkirina kesekî ji derveyî razemendiya navmala Kurdî û posta Serokkomar dike û wê wek destkefteke xwe ya partîtî dibîne.”

Berdevkê PDKê tekez dike: “Pêwîst bû YNKê derbarê babeta posta Serokkomar û yekrêziya navmala Kurdî baldartir û niştimanîtir helwest girtiba û di vê rewşa heyî û ya piştî wê de jî bi berpirsyarî tevbigere.”