UNICEF: Jiyana 850 zarokên DAIŞê di zindana Xiwêranê de di metirsiyê de ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo Alîkariya Zarokan (UNICEF) agahdariyek derbarê bûyerên zindana Xiwêran belav kir û got; jiyana nêzî 850 zarokan di metirsiyê de ye ji ber berdewaiya şer û tundiyê.
Nûnerê UNICEF li Sûriyê Victor Niland diyar kir; 850 zarokên DAIŞê di zindana Xiwêran de hene û hin ji wan temenê wan di bin 12 salî de ye, herwiha daxwaza berdana zarokan ji zindanê kir.
UNICEF daxwaz ji hemû aliyên li bakur û rojhilatê Sûriyê kir; parastina zarokan di hemû deman de bikin û wan ji derveyî şer bihêlin.