Kiliçdaroglu: Riya demokrasiya Tirkiyê di Diyarbekirê re derbas dibe

Kemal Kiliçdaroglu diyar ku ew ê di 27ê Çileyê de serdana bajarê Diyarbekirê bike.

Enqere (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu ragihand: “Riya demokrasiya Tirkiyê di Diyarbekirê re derbas dibe.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu tevî şanda ligel xwe, li navenda Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) serdana Serokê Giştî yê DEVAyê Ali Babacan kir.

Piştî hevdîtina şandên herdu partiyan, Kemal Kiliçdaroglu û Ali Babacan civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

Kemal Kiliçdaroglu diyar ku ew ê di 27ê Çileyê de serdana bajarê Diyarbekirê bike. Derbarê vê serdanê de Kilicdaroglu da zanîn ku riya demokrasiya Tirkiyê di Diyarbekirê re derbas dibe û got; ew ê hemû pirsên gelê Diyarbekirê ji dil bibersivîne.

Kiliçdaroglu ragihand: “Ez ê 27ê vê mehê biçim Diyarbekirê, ez silavê xwe ji vê derê bo Diyarbekiriyan rêdikim. Bi tekezî baweriya min bi vê yekê heye ku riya demokrasiya Tirkiyeyê di Diyarbekirê re derbas dibe û li vî welatî ger tu kes ji ber nasnameya xwe û baweriya xwe rastî cudageriyê neyê, riya vê yekê jî di Diyarbekirê re derbas dibe. Ez ê vê yekê ji xelkê Diyarbekirê re bibêjim. Herwiha ez ê pirsên wan jî ji dil bibersivînim.”