Bi mûşekan êrîşî mala Serokê Parlametoya Iraqê hat kirin

Li parêzgeha Enbarê êrîşî mala Mihemed Helbûsî hat kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Enbarê îşev roja sêşemê 25ê Çileya 2022yan, bi mûşekan êrîşî mala Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hat kirin.

Medyaya Iraqê belav kiriye îşev li Enbarê li devera Kereme 3 mûşek arasteyî mala Mihemed Helbûsî hatine kirin.

Herwiha li gor zanyariyên medyaya Iraqê ji ber êrîşê du welatiyên peya birîndar bûne û ti kesî canê xwe ji dest nedaye.

Li gor zanyariyên destpêkê, mûşek ji aliyê çemê Dîcleyê ve hatine avêtin.