Balafireke Amerîkî 81 ton teqemenî gihande Ukraynayê

Kiev li benda alîkariyên zêdetir e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevanî yê Ukraynayê Oleksii Reznikov ragihand; balafira çarem a Amerîkî 81 ton teqemenî gihande welat û Kiev li benda alîkariyên zêdetir e.

Oleksii Reznikov li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir; vê carê balafira çarem 81 ton teqemeniyên cûr bi cûr gihande Ukraynayê. Hefteya bê, em li benda balafireke din a Amerîkî ne, ku alîkariya teknîkî ya serbazî bi wan re heye ji bo bihêzkirina şiyana berevaniya Ukraynayê.

Hefteya borî Amerîka 79 ton çek û teqemenî gihande Ukraynayê, ku 300 mûşekên cûreya cavlîn tê de bûn.

Li gor zanyariyên medyayê, hikûmeta Ukraynayê çaverêya 45 balafirên Amerîkî dikin, ku alîkariyên serbazî bi wan re ne û ji vê hejmarê tenê çar balafir gihîştine Kievê.