Li başûrê Kerkûkê şaneyên DAIŞê êrîşî Polîsa Federalî kir

2 polîs hatin kuştin û polîsekî din jî birîndar bû
Polîsa Federalî
Polîsa Federalî

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê şeva borî li başûrê rojavayê Kerkûkê êrişî hêzên Polîsa Federalî kirin û di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Çavkaniyeke ewlehiyê ji K24ê re ragihand, çekdarên DAIŞê li bajarokê El-Reşad êrişî xaleke kontrolê ya Polîsa Federal kirin û di encamê de 2 polîs hatin kuştin û polîsekî din jî birîndar bû.

Ev yek di demekê de ye, duhî firokeyên F-16 ên Iraqê êrîşeke asmanî li ser veşartgeheke DAIŞê pêk anîn û di encamê de 6 çekdar li rojavayê Mûsilê hatin kuştin.

Her duh jî rayedarên Iraqî kuştina 9 çekdarên DAIŞê ku gotibûn destê wan di êrişa ser artêşa Iraqê de li bajarokê Uzeyim ê ser bi parêzgeha Diyalayê de hebû, ragihandibûn.

Di çend rojên borî de, DAIŞê zincîre êrîşên tund pêk anîn, ya herî dijwar jî li Uzeyim bû ku di encamê de 11 leşker hatin kuştin, di nav wan de efserekî pilebilind jî hebû.