Johnson ji bo nîşandana piştgiriyê serdana Ukraynayê dike

Boris Johnson
Boris Johnson

Nûçeyan Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro serdana Ukraynayê dike, wek beşek ji hewildaneke dîplomatîk ji bo rêgirtina li êrîşek gengaz a Rûsyayê li ser Ukraynayê.

Johnson dê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re bicive û li ser komkirina bi dehhezaran leşkerên Rûsî li ser sînorê Ukraynayê guftûgoyan bike.

Amerîka, Yekîtiya Ewropî û Brîtanya dibêjin, karîna Rûsya heye ku li dijî Ukraynayê tevbigere. Johnson jî hişyarî da, eger Moskow wiha bike, dê karesatek çêbibe.

Johnson beriya serdana got: “Em ji Rûsyayê daxwaz dikin paşde gav bavêje û bikeve nav diyalogê, da ku çareseriyek dîplomatîk bibîne û ji rijandina xwînê dûr bikeve.

Herwiha tekez kir: “Brîtanya li hemberî kesên ku dixwazin Ukraynayê wêran bikin, dê piştgiriya serweriya Ukraynayê bidomîne.”

Brîtanya roja Duşemê gotibû, her destdirêjiyek li ser Ukraynayê çêbibe, ew bibe sedema cezayên li ser kompanya û kesên ku têkiliyên wan ên nêzîk bi Kremlînê re hene.

Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss, diviyabû bi Johnson re serdana Ukraynayê kiribe, lê roja Duşemê dereng testa wê ya Koronayê erênî bû û ew li malê kete kerentîneyê.