Şeşemîn barê çekan ji Amerîka gihîşt Ukraynayê

Nûçeyan Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynayê ragihand, firokeyeke Amerîkî şeşemîn barê çekan ji Amerîkayê gihand Ukraynayê.

Wezîrê Berevaniyê yê Ukraynayê Oleksii Reznikov li twîttera nivîsî: “Em barê şeşemîn ji firokeya hevalên me yên ji Amerîkayê dadixin! 84 ton cebilxane gihîştin Kîevê.”

Oleksii Reznikov diyar kir jî, “Bi giştî heta îro me nêzî 500 ton alav û kelpelên parastinê ji Amerîkayê wergirtin. Ev jî ne dawî ye.”

Balyozxaneya Amerîka li Kievê pêştir ragihandibû, Amerîka ji sala 2015an vir ve bi qasî 2.7 milyar Dolar alîkariyêN leşkerî pêşkêşî Ukraynayê kiriye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken roja Yekşemê piştrast kiribû, welatê wî dê berdewam be di pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî bo Ukraynayê, ji bo xurtkirina karînên wê yên berevaniyê.

Rayedarên Kîevê, Amerîka û hevalbendên wê dibêjin, Rûsya zêdetir ji 100 hezarî leşkeran li nêzîkî sînorê Ukraynayê kom kiriye û amadekariya êrîşeke nû li ser axa Ukraynayê dike.