Şandeke ENKSê ligel Cîgirê Seroka Perlamentoya Kurdistanê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Desteya Pêwendiyên Derve yên li gel Cîgirê Seroka Perlamentoya Kurdistanê Dr. Hêmin Hewramî civîya.

Şanda Desteya Pêwendiyên Derve yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Serokê desteyê Kamîran Haco û endemetiya her yek ji Îbrahîm Biro û Dr. Îsmaîl Hassaf li gel Cîgirê Seroka Perlamentoya Kurdistanê Dr. Hêmin Hewramî civîya.

Cîgirê Seroka Perlamentoya Kurdistanê Dr. Hêmin Hewramî li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, “Di civînê de, her du aliyan pêşhatên dawî, proseya siyasî li Sûriyê, pêşhatên dawî yên Komîteya Destûrî ya Sûriyê û çawaniya garantîkirina mafên gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê gotûbêj kirin.”

Hewramî di civînê de tekezî li ser wê yekê kir, pêwîst e mafên gelê Kurd û nasnameya Kurdî û hemû pêkhateyên Sûriyê bên garantîkirin û çareseriyeke aştiyane bi rêya diyalogê ji doza Kurdî re bê dîtin.