UNAMI: Pêwîst e Tirkiye rêzê li serweriya Iraqê bigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Taybet a Neteweyên Yekgirtî (UNAMI) li Iraqê radigihîne, pêwîst e Tirkiyê rêzê li serweriya xaka Iraqê bigire.

UNAMI di daxuyaniyekê de ragihand, piştî ku firokeyên şer ên Tirkiyê hin navçe li parêzgeha Neynewayê bombebaran kirin û sivîl bûn qurbanî, daxwaz ji Enqerê dikin, rêzê li serweriya Iraqê bike.

UNAMÎ dibêje: “Divê rûniştvanên wan navçeyan werin parastin û nakokî bi riya diyalog û hevahengiyê bêne çareserkirin.”

Ev daxuyaniya piştî wê tê, şeva borî Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Firokeyên şer ên Tirkiyê 6 pêgehên PKKê li çiyayê Qereçox û Şingalê bombebaran kirin û kuştî û birîndar hene.”