Welatî li waneya Kurdî ya hilbijare xwedî derdikevin

Li Diyarbekirê rêveber û endamên PAKê bi belavokan bang li welatiyan kirin ku vî mafê xwe yê yasayî bikar bînin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xebatên hilbijartina waneya kurdî ya hilbijare berdewam dikin. Li Diyarbekirê rêveber û endamên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi belavokan bang li welatiyan kirin ku vî mafê xwe yê yasayî bikar bînin. Welatî jî piştgiriya xebatan dikin. Nivîskarên kurd jî dibêjin; ji bo bidestxistina mafên zêdetir divê ev fersend were bikaranîn.

Xebatên lêxwedîderketina waneya kurdî ya hilbijare berfirehtir dibin. Li Diyarbekirê rêveber û endamên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi belavokan banga hilbijartina waneya kurdî kirin. Endamê Meclisa PAKê Talîb Sana got; helbet ji bo bi milyonan kurd waneya hilbijare ne bes e lê divê kurd ji bo bidestxistina mafên zêdetir xwedî li waneya kurdî ya hilbijare derkevin.

Endamê Meclisa PAK’ê Tabîb Sana ji K24ê re got: “Ev destpêkeke nû ye. Ez di wê baweriyê de me. Ev tenê ne bes e lê em dibêjin bila gelê me dersên hilbijare bibijêre da ku di pêşerojê de zimanê kurdî di dibistanan de bibe zimanê fermî.”

Di rojên ber bi bidawîbûna wextê serlêdanê de xebatên waneya kurdî ya hilbijare berfirehtir dibin. Li gorî daneyên ne fermî tê çaverêkirin ku ji 2012an heta niha herî zêde îsal welatî waneya kurdî hildibijêrin. Bi saya xebatên li kûçe û kolanan haya welatiyan jî baştir ji vî mafê yasayî çêbû. Welatî dibêjin; da ku çand û zimanê wan winda nebe ew piştgiriya perwerdeya kurdî dikin.

Welatî Zelal: “Zimanê me kurdî ye lê em nizanin baş kurdî biaxivin.  Gedên me nizain, wisa mezin bûne û bi tirkî diaxivin. Divê bi zimanê kurdî jî biaxivin. Divê dersên kurdî jî hebin.”

Welatî Melek: “Zarokên me bi kurdî dizanin lê ez dîsa jî wan li vê derse tomar dikim. Zarokên min yên din jî dersa kurdî ya hilbijare hilbijartibûn.  Jixwe em li malê jî bi kurdî diaxivin. Ev zimanê diya me ye. Malbata me hemû bi kurdî diaxivin. Heger zarokên me kurdî nezanin û têkil malbata me bibin dê tiştekî fêm nekin. Bila bizanin.”

Welatî Mihemed Cunyd Agirbaş: “Bi rastî jî dersa kurdî bidin gelek baş dibe, da ku zarokên me kurdiya xwe ji bîr nekin.  Înşaellah dersa kurdî bidin da kurdiya me neyê jibîrkirin.”

Îsal çapemenî, sazî û rêxistinên zimanê kurdî, partiyên siyasî, komele, nivîskar, weşanger, hunermend ango ji hemû aliyên civaka kurdan ji bo hilbijartina waneya kurdî seferber bûn. Nivîskarê kurd Omer Dilsoz jî ji zarokên xwe re waneya kurdî hilbijart û got; xwedîlêderketina vê gavê bidestxistina qonaxekê ye.

Nivîskar Omer Dilsoz dibêje: “Min jî ji bo zarokên xwe dersa kurdî hilbijart.  Ez dibêjim divê em hemû vê derse hilbijêrin.  Bibe, nebe, çiqas hîn dibe, çiqas hîn nabe. Ew tiştên din in. Ew jî li ser daxwazê ne lê heger ku bi qasî serê derziyê jî riyek, ronahiyek, çûrûskek li ber mirovan vebe divê mirov bizanibe wê bikarbîne da ku mezintir bibe.”

Heta 7ê Sibatê roja Duşemê demjimêr 17.00an jî xwendekarên ku di polên 5, 6, 7, û 8emîn de dixwînin dikarin kurmancî û zazakî wekî waneya kurdî ya hilbijare bibijêrin û di hefteyê de 2 demjimêran kurdî fêr bibin.