Polîsan avêtin ser avahiya ÎHDê ya li Diyarbekirê

Hêzên Ewlehiyê vê sibê avêtin ser avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a li Diyarbekirê.
Diyarbekir
Diyarbekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlehiyê vê sibê avêtin ser avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a li Diyarbekirê û di nava avahiyê de dest bi lêgerînê kirin.

Nûçegihanê K24ê yê li Diyarbekirê ragihand; îro pêncşemê 3yê Sibata 2022yan di demjimêr 06:30an de hejmarek polîsan avêtin ser avahiya Şaxa ÎHDê ya Diyarbekirê ya li navçeya Yenîşehîrê û di avahiyê de dest bi lêgerînê kirin.

Nûçegihanê me eşkere kir; daxwaza pêkanîna vê operasyonê ji aliyê Serdozgeriya Semsûrê ve hatiye kirin, bi hinceta ku sekreterê komeleyê pêwendiya wî bi PKKê re heye û li mala wî jî operasyon hatiye kirin.