Hevseroka DBPê ya Diyarbekirê hat zindanîkirin

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Diyarbekirê Seval Gulmez hat zindanîkirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Diyarbekirê Seval Gulmez hat zindanîkirin.

Hevseroka DBPê ya Diyarbekirê Seval Gulmez, di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir ve hatibû destpêkirin û di 29ê Çileyê de hatibû binçavkirin.

Piştî binçavkirina pênc rojan, Seval Gulmez bi hinceta ku bangeşiya rêxistinê kiriye ji aliyê dadgehê ve hat zindanîkirin.

Seval Gulmez di 5ê Nîsana 2021an de li gel 26 jinên din hatibû binçavkirin û dûvre hatibû zindanîkirin, lê di 6ê Îlonê de hatibû berdan.