Serok Barzanî û Humam Hemûdî tekezî li nêzîkbûna aliyên siyasî dikin

Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê 5ê Sibata 2022yan li Selahedîn pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê Humam Hemûdî û şanda pê re kir.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê 5ê Sibata 2022yan li Selahedîn pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê Humam Hemûdî û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de geşedan û guherînên herî dawî yên nav proseya siyasî ya Iraqê hat gotûbêjkirin û ronahî xistin ser pêngavên destûrî yên piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê.

Her di vê hevdîtinê de tevî amajedan bi pêwendiyên dîrokî yên navbera pêkhateyên Iraqê, tekezî li nêzîkbûn û hemahengî û berdewamiya pêwendiyên navbera aliyên siyasî hat kirin, ev jî ji bo derbaskirina astengiyan û pêşxistina proseya siyasî ya Iraqê.