Macron û Putin derbarê rewşa Ukraynayê de divicin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û hevtayê wî yê Fransî Emmanuel Macron dê îro derbarê rewşa Ukraynayê û garantiyên ewlehiyê de li Kremlînê bicivin.

Li gor Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, ev hevdîtin piştî zincîreya pêwendiyên telefonî di navbera her du serokan de tê û tê çaverêkirin, Putîn û Macron pêşhatên rewşa Ukraynayê û mijara garantiyên ewlehiyê yên ku ji aliyê Rûsyayê ve tê xwestin, gotûbêj bikin.

Peskov tekez kir, Putin ji bo gotûbêjkirina mijarên di ku pêwendiyên telefonî de hatine, amade ye. Herwiha aşkere kir jî, Mosko ji bersiva ku ji aliyê Amerîka û NATOyê ve li ser pêşniyarên Rûsyayê yên derbarê garantîkirina ewlehiyê de hatine dayîn, dilgiran e.

Beriya niha Serokê Rûsyayê gotibû, bersiva Moskoyê ji Washington û NATOyê wergirtiye, daxwazên bingehîn ên Moskowê yên derbarê garantiyên ewlehiyê de paşguh kirine.

Li gorî agahiyên ku di çapemeniyê de hatine aşkerekirin, Amerîka garantiya nivîskî nedan Rûsyayê ku NATO berfireh nebe, anku NATO dê ji welatên ku dixwazin tevlî nava wê bibin, dê vekirî bimîne.

Têkiliyên di navbera Rûsya û welatên Rojava de di mehên dawî de aloztir bûne. Washington û NATO Moskoyê bi amadekariyên dagirkirina Ukraynayê tawanbar dikin.