Perwerdehiya zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê

Ji 3yê meha Çileya 2022yan heta 7ê Sibata 2022yan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo sala xwendinê ya 2022-2023yan proseya hilbijartina dersên bijarte birêve çû, ku di nava wan dersan de dersa zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) jî hebû.

Kurdistan24 him li Bakurê Kurdistanê û him jî li Başûrê Kurdistanê ji bo handana malbatên xwendekaran bênavber xebitî, da ku di dibistanan de dersa zimanê Kurdî hilbijêrin.

Proseya hilbijartina dersa Kurdî îro 7ê Sibatê bi dawî bû û Kurdistan24 bi amadekirina înfografîkekê, heta îro amarên hilbijartina dersa zimanê Kurdî pêşkêş dike.