Serok Barzanî û Berpirsa Ofîsa Pêwendiyên YEyê proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê 8ê Sibata 2022yan li Selahedîn pêşwazî li Berpirsa Ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê ya li Herêma Kurdistanê Marie Paret kir.
Di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên destûrî yên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di hevdîtinê de li ser rêyên çareseriyê yên ji bo derbaskirina astengî û zehmetiyên li ber proseya siyasî ya Iraqê, danûstandina fikr û ramanan hat kirin.