Diyarbekir.. Nerazîbûnên li dijî giranbûna fatûre û kelûpelan zêde dibin

Endam û rêvebirên CHP’ê bi daxuyanî û xwepêşandanekê rewşa heyî wek zilma zaman pênase kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qeyrana aborî her ku kûr dibe, bertek û nerazîbûn jî zêde dibin. Bi taybet zamên ku di destpêka sala 2022’an de hatine kirin, welatî kirine rewşeke xeter û naçar û hem welatî, hem jî partiyên opozisyonê nerazîbûnan nîşan didin.

Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî li 81 bajaran daxuayniyên hemdem li dar xist û nerazîbûnên xwe û welatiyan ragihand. Li Diyarbekirê jî endam û rêvebirên CHP’ê bi daxuyanî û xwepêşandanekê rewşa heyî wek zilma zaman pênase kir.

Cîgirê Serokê CHP’ê yê Diyarbekirê Azîz Mahmût Uysal bal kişand ku fatureyên elektrîk 2 qat û 3 qat bûne, hemû kelûpel her diçe giran dibin û welatî ketine asta naçariyê.

Ûysal bang û daxwaz kir ku rayedarên hikumetê zamên li fature, sotemenî û pêwsitiyên serekî yên welatiyan kiriye, paşde vekişîne.

Hêjayî gotinê ye ku nerazîbûnên di der heqê qeyrana aborî de, ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ve jî hat nirxandin û ragihand ku dê hewlên nû bidin da ku welatî di bin zaman de nemînin.