Jiyana penaberan li Enqerê di pêşangehekê de hat nîşandan

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê mamosteyek jin ev 3 sal in li kampên penaberan yên li bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê digere û ji bo ku balê bikêşe ser rewşa zarokên penaber û malbatên wan wêneyan digre. Mamosteya Jin ev wêneyên ku girtine bi pêşangehekê pêşkeşî welatiyan kir û da zanîn ku êdî herkes penaberan paş guh dikin ji ber vê çendê wê ev pêşangeh amade kiriye.

Carna wêneyek têrî her tiştî dike ku êş û azara li ser rûyê zarokeke penaber vebêje. Weke ev wêneyê ku hûn dibînin. Ne tenê ev bi dehanê wêneyên zarokên penaber yên ku ji ber şerê li Sûriyê reviyane û li kampên penaberan yên li Tirkiyê de dijîn . Mamosteya Dîrokê Saîme Uyar li kampên bajarê Meletî, Xarpêt û Kilîsê digere û ji bo ku bale bikşîne ser rewş û zehmetiyên zarok û malbatên penaber wêneyên wan dikêşe û li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşangehekê nîşan dide. Di pêşangehê de nêzî 60 wêneyên zarok û malbatên penaber tên nîşandan û her wêneyek bale dikşîne ser rewşa penabarên di kampan de.

Serkêşa vê pêşangehê Saîme Uyar dibêje êdî her kes penaberan paşhuh dike û naxwaze guh bide êş û janên wan ber vê çendê ji bo baldarîyê wê ev pêşangehe amade kiriye.

Wênegir Saîme Uyar ji K24ê re got: “Di sala 2019an de li bajarê Meletiyê di kampên penaberan de min wek mamoste kar kir û wê çaxê min biryar da ku ez wêneyên zarok û malbatên penaber bikêşim. Herkes penaberan paşguh dike û heta êdî di medyayê de jî zêde cih nagirin. Lê belê her roj li deryayan de penaber canê xwe ji dest didin û di rêyan de ji serma dimirin. Ji bo ku balê bikêşim ser rewşa penaberan min ev pêşangeh amade kir.”

Welatîyên ku ji bo dîtina rewşa penaberan berê xwe dane vê pêşangehê jî amaje pê kirin ku ev trajediya penaberan bi hevkariya hemû welatan bê çareserkirin.

Welatî Ozan Sagdiç: “Mijara penaberan kêşeyeke mezin ya vê serdema me ye û kişandina wêneyê zarokên penaber karekî gellek zehmet e. Ji ber ku hûn hemû êş, jan, zehmetî, dilşikestin xweşî û nexweşiyê di çavê zarokên penaber de dibînin. Pêşangeheke gellek bi wate ye.”

Welatî Ferda Yilmaz: “Dema ku mirov ev awirên di çavên zarokan de dibîne nemimkûne ku hestiyar nebe. Di şûna ku ken û xweşî li ser rûyên wan be êş û azarên wan min dîtin di van wêneyan de.”

Welatî Mehmet Erbaş: “Bandoreke gellek mezin li ser min çêkir van wêneyan. Berpirsê van wêne û êşan hemû cîhan e û divê em ji van wêneyan aqil bigrin.”

Ev pêşangeha ku li ser rewşa penaberên sûrî yên ku di kapmên Tirkiyê de dijîn radixe ber çavan dê heta 14ê Sibatê li navenda hunerên nûjen bê pêşandan.