Du projeyên berhemanîna elektrîkê bi enerjiya rojê têne cîbicîkirin

Li Hewlêr û Duhokê projeyên berhemanîna elektrîkê bi enerjiya rojê têne cîbicîkirin û 100 megawatt elektrîk ji wan çavkaniyan dê werin berhemanîn.

Hewlêr (K24) – Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê du projeyên berhemanîna elektrîkê bi enerjiya rojê cîbicî dike, ji bo vê mebestê ligel du kompaniyan peyman çêkiriye, da ku 100 megawatt elektrîk ji wan çavkaniyan hilberîne.

Li go daxuyaniyeke Wezareta Elektrîkê, Wezîrê Elektrîkê Kemal Mihemed Salih du peyman ji bo berhemanîna 100 megawatt elektrîk li Hewlêr û Duhokê, ligel herdu kompaniyên Zagros Group û Stêr Group îmze kirin, ku di nava salekê de dê were cîbicîkirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin; Wezîrê Elektrîkê di merasîma îmzekirina peymanan de ji herdu kompaniyan daxwaz kir ku di dema diyarkirî de projeyên xwe cîbicî bikin.

Herwiha hat destnîşankirin ku ji her yek ji wan projeyan 50 megawatt elektrîk têne berhemanîn, bi rêya veberhênanê ve têne cîbicîkirin û ji aliyê lêçûnên berhemanîna elektrîk û parastina jîngehê ve, ekonomîk û jîngehparêz in.

Dema îmzekirina peymanan
Dema îmzekirina peymanan
Dema îmzekirina peymanan