Xwediyên dikanên li nav Sûrê daxwaza mafên xwe dikin

Nûjenkirina piştî şerê xendeqan ku li Sûr a navçeya Diyarbekirê dihat kirin, xilas bû û avahiyên nû bi îhaleyan tên firotin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Nûjenkirina piştî şerê xendeqan ku li Sûr a navçeya Diyarbekirê dihat kirin, xilas bû û avahiyên nû bi îhaleyan tên firotin, lê xwediyên wan dikanan dibêjin, em mexdûr in û dikanên me, ji bo dewlemendan tên pêşkêşkirin.

Di 10’ê Sibatê de, li Diyarbekirê Rêvebiriya Karûbarên Emlakê yê Bajarê Diyarbekirê îhaleya firotin û kirêkirina dikanên li nav Sûrê ku nû hatine çêkirin, pêk anî. Lê xwedîyên berê yên wan dikanan, nekarîn bikevin îhaleyê û dibêjin, mafên me, ji me hatiye wergirtin û ji bo dewlemendan tê pêşkêş kirin.

Weysî Ersek jî yek wan kesan e ku berê li nav Sûrê, hesinkar bûye û dergûşa çêkiriye, lê di serdema xendeqan de, dikana wî tê xirab kirin û radigihîne ku piştre jî ne dikana wî danê, ne jî berdêlekê.

Weysî Ersek tîne ziman ku mala wî jî xirab bûye û di ciyê mala wî de, ji tokîyê malekî wergirtiye, lê li gel ku tapuya dikana wî heye, dikana wî bi îhaleyê tê firotin û tu berdelekî ji bo dikana wî nehatiye dayîn.

Ersek diyar kir ku wek wî bi sedan kes hatine mexdûr kirin û ew di ciyê dikana xwe de dikan dixwaze. Herwiha bang û daxwaz ji Serokkomarê Tirkiyeyê kir ku rê nede, mafê wan ji kesên dewlemend re bê pêşkêşkirin.